Her wiha got ku wê sefera destpêkê bi balafirgeha Almanî `Condor Airlines'ê` re dest pê bike.
Rêbaz Mihemed eşkere kir ku ew bi balafirgeha Îranî "Mahan Airline" re di nava dan û standinan de ne, da ku seferên rasterast ên Kirmaşan û Bakurê Îranê bidin destpêkirin.
Têkildarî seferên ku li balefirgehê pêk tên jî Rêbaz Mihemed got ku Heftane nêzîkî 32 seferên wan yên çûn û hatinê hene.
Ew jî bi balefirgehên Turkish Airlines, Qatar Airways, FlyDubai, Iraqi Airways, Royal Jordanian, Mahan Air û AJetel re ne.