Numan Kurtulmuş: Qeydên Îmraliyê dê bên parvekirin

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş li ser serdana Komîsyonê ya Îmraliyê axivî û got: “Tiştê girîng ew e ku xalên sereke yên axaftinên li wê derê dê bi Komîsyonê re bên parvekirin. Qeydên wan hevdîtinan di destê MÎTê de ne.”

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Numan Kurtulmuş beriya civîna Komîsyonê daxuyanî da.

Li gorî nûçeya Milliyetê, Kurtulmuş diyar kiriye ku di serdana Şandeya Komîsyonê ya Îmraliyê de çarçoveya giştî nehatiye guhertin.

"Ne federasyon, ne zimanê fermî"

Kurtulmuş çarçoveya hevdîtinê û şertên dewletê wiha rêz kirin:

“Bêyî daxwazên wekî federasyon, dewleteke cuda û konfederasyonê, bêyî ku nîqaş li ser çar madeyên ewil ên destûrê bên vekirin û bêyî ku daxwaza zimanê Kurdî bibe zimanê fermî were rojevê, divê daxwazên welatiyên me yên Kurd bi standartên demokratîk ên bi pêşketî bên pêşwazîkirin.”

"Qeydên Îmraliyê di destê MÎT'ê de ye"

Numan Kurtulmuş li ser hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ev agahî dan:

"Parlamenterên ku çûne Îmraliyê dê çavdêrî û notên xwe ji komîsyonê re vebêjin. A girîng ew e ku xalên sereke yên axaftinên li wê derê bi komîsyonê re bên parvekirin. Heta niha tiştekî veşartî ji raya giştî re nehatiye kirin, ev hevdîtin jî dê veşartî nemîne.

MÎT ji xwe girtenameyên têkildarî hevdîtinên li wê derê digire. Ew qeyd di destê MÎTê de ne."

Serokê Parlamentoya Tirkiyê dibêje, "Heta niha baş hat lê pêvajoya ji niha pê ve pêvajoya herî bi rîsk e. Divê kes bi helwesteke ku berjewendiyên partî yan koma xwe dixe pêş tevnegere.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye