Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de xebatên xwe didomîne, tê payîn ku civîna xwe ya 17'emîn a ku hatibû taloqkirin di 13'ê Mijdarê de li dar bixe.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Rêvebirê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalın wê di civîna 17'emîn a komîsyonê de pêşkêşiyan bikin.
Tê payîn ku ev civîn beşa dawî ya rûniştinên guhdarîkirinê yên komîsyonê be.
Tê diyarkirin ku piştî vê civînê Komîsyon wê bikeve pêvajoya rapordanê û derbarê pêşniyarên ku dê di rêziknameyên qanûnî de werin kirin.
Çuyîna Îmralî wê çê bibe an na ?
Mijareke din a herî girîng a derbarê komîsyonê de ev e ku gelo şandeyek ji komîsyonê wê biçe Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin bike an na.
Kurtulmuş di daxuyaniya xwe ya dawî de careke din bal kişand ser biryara ku komîsyonê li ser vê mijarê bide û got:
"Gaveke wisa dikare were avêtin da ku pêvajo biqede. Li vir nêrîna min a şexsî ne girîng e.
Gelek partiyên siyasî nêrînên xwe yên erênî li ser vê mijarê anîne ziman û bi eşkereyî jî vê yekê dikin.
Ger komîsyon bigihîje biryareke wisa, dê li gorî wê tedbîr werin girtin."
Daxuyaniyên Bahçelî û Erdogan
Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya hefteya borî de bi bîr xist ku xebatên komîsyonê bi dawî bûne û diyar kir ku divê di vê qonaxê de nêrîn û ramanên Ocalan werin girtin.
Bahçelî di dewama axaftina xwe de jî wiha got:
"Divê ez careke din tekez bikim ku ger parlamenterên ku ji komîsyona li Parlamentoyê hatiye avakirin hatine hilbijartin biçin Îmraliyê û peyamên pêwîst ji destpêkê ve bistînin, pêvajo wê pir bihêztir bibe. MHP amade ye ku beşdarî şandeyek wisa bibe."
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, ku demek dirêj e li ser vê mijarê bêdeng e, di civîna koma parlemanî ya partiya xwe de li ser xebata komîsyonê axivî û got: "Ez pir bi qîmet dibînim ku hemû aliyên peywendîdar werin bihîstin, kes neyê hiştin û ramanên cuda, her çend nakok bin jî, were ziman."
Van gotinan tê gotin ku Erdogan ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re "çira kesk" daye komîsyonê.