Piştî hatine Hikûmeta Veguhêz ser deshilatê, rewşa gel xirabtir dibe û pirsgirêkên wek Kuştin, talnakirin û revandin roj bi roj zêdetir dibin.
Li aliyeke din jî, rewşa aborî ya zehmet jî, barê wan girantir dike.
Li Tertûs, Laziqiye û Helebê, 3 zarokên keç winda bûn
Di çend rojên dawîn de, li Tertûs, Laziqiye û Helebê, 3 zarokên keç winda bûn û malbatên wan bang li Hikûmetê û saziyên sivîl kirin, ku bi awayekî lezgîn rewşa keçikên wan eşkere bikin.
Dayîka keçkekê jî, dîmenek weşand û tekez kir ku heya keça wê venegere, ew ê di girava birçîbûnê de be.
li Laziqiye Tertûs Hums û Hemayê 36 jin û zarokên keç hatine revandin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di Tîrmeha borî de ragihand ku li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê bi kêmanî 36 jin û zarokên keç hatine revandin û diyar kir ku piraniya van bûyeran bi roj çêbûne.
"Li Til Eranê çeteyên dewleta tirk a dagirker 11 kes revandin"
Girêdayî mijara binpêkirinan, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ragihand ku li bajarokê Til Eranê ya başûrê Helebê, çekdaren girêdayî dewleta Tirk 11 kes revandin.
Rêxistinê da xuyakirin ku van çekdaran ew kes birine girtîgeha El Waha ya bajarê Sifêrayê.
Mamosteyên Idlib û Helebê dest bi himleya greva rûmetê kirin
mamosteyên Idlib û Helebê dest bi himleya Greva Rûmetê kirin
Îro,li dijî polîtîkayên Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, mamosteyên Idlib û Helebê dest bi himleya Greva Rûmetê kirin û dersdayîn li çend dibistanan rawestandin.
"Divê mûçeyên mamosteyan bên zêde kirin"
Hevpeymaniya Mamosteyên Azad ên Sûriyeyê, daxuyaniyek weşandin.
Di daxuyaniyê de, hat eşkere kirin ku wan ders li dibistanên Îdlib û deverên derdorê rawestandine, ji bo ku ew zextê li ser Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Rêveberiya Perwerdehiyê bikin, da ku mûçeyên mamosteyan zêde bikin.
Mamosteyên dibistanên Atarib û Saharayê tevlî greva rûmetê bûn
Mamosteyên dibistanên Atarib û Saharayê, ya ku dikevin rojavayê Helebê jî, bi daxuyaniyekê tevlî Greva Rûmetê bûn.
Mamosteyan nerazîbûna xwe li dijî nebûna pêdiviyên bingehîn nîşan dan
Di herdu daxuyaniyan de, çalakvanan sedemên helwesta xwe yên wek, nerazîbûna li dijî xirabûna şert û mercên jiyana mamosteyan, kêmbûna mûçeyên wan û nebûna pêdiviyên bingehîn, ji bo proseya perwerdehiyê, nîşan dan.
Mamosteyan bang li civaka sivîl û civaka herêmî kir ku piştgiriyê bidin wan û der barê berdewamiya paşguhkirina mamosteyan û sektora perwerdehiyê de, hişyarî dan.
Tevî daxuyaniyan, çalakvanan pankart jî, bikar anîn.