Komîteyê diyar kir ku ev biryara bipaşvexistinê ji ber astengî û rewşên rêxistinî û lojîstîkî yên li ser erdê hatiye girtin.
Di berdewamiya agahdarkirinê de hat destnîşankirin ku xebatên amadekariyê li ser her du astan berdewam dikin.
Piştî ku hemû amadekarî û mercên guncaw bi temamî bi dawî bibin, dê dema nû ya vegera fermî ya koçberan ji aliyê komîteyê ve ji raya giştî re were diyarkirin û ragihandin.