Rêkeftina petrolê ya Sûriyê û HKN a Amerîkî: Plana 25 salan û vekirina 100 bîrên nû

Kompaniya Petrolê ya Sûriyê û HKN a Amerîkî duh li zeviyên Rimêlanê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Di wê daxuyaniyê de çi hat gotin? Hat gotin ku hilberîna "niha rojane 120 bin bermîl e û armanc ew e di 6 mehan de bigihîje 250 hezar bermîlan. Ji bo xurtkirina jêrxaneya enerjiyê, tê plankirin ku 100 bîrên nû yên petrolê werin kolandin. Karên çaksazkirina bîrên heyî yên ku niha dest pê kirine, dê di navbera 6 meh û salekê de bikişîne. Rafîneya Banyasê ta 3 mehan tê rawestandin û gelek hûrguliyên din jî hene ka em bi hev re li raporê temaşe bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di navbera kompaniya Petrolê ya Sûriyê û HKN Energy a Amerîkî de rêkeftinek hatiye îmzekirin. 

Duh ji bo parvekirina hûrguliyên hevpeymanê û rewşa hilberîna petrolê li zeviyên Rimêlanê yên Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin. 

Hilberîna zeviyên Rimêlanê 120 hezar bermîl rojane ye

Kompaniya Sûriyê di daxuyaniye de da zanîn ku hilberîna zeviyên Rimêlanê nêzî 120 hezar bermîl rojane ye û ew plan dikin di nav 6 mehan de bigihîne 250 hezar.

Kompaniyê bi amadebûna rêveberê cîbicîkar ê HKN Energy tekez kir ku wan dest bi çaksazkirina bîrên petrolê kiriye, sererastkirin ji 6 meh ta salekê dirêj dike.

Her wiha diyar kir ku ew pilan dikin 100 bîrên nû vekin. 

Rafîneya Banyasê ji bo 3 mehan tê rawestandin

Li ser pirsa me ya "agahiyên rawestandina rafîneya Banyasê" Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya Petrolê ya Sûriyê ev bersiv da: " Belê rast e, ji dawiya meha tebaxê ve, wê were rawestandin ta dema 3 mehan. Ev 3 sal in rafîne nehatiye çaksazkirin."

Rêveberê Cîbicîkar ê Kompaniya HKN jî li ser metirsiyên hebûna wan li ser axa Sûriyê, taybet di siya şerê berdewam ê di navbera Amerîka û Îranê de got: "Du meh in em li vir in, ev der aram e, ti metirsî tune ne."

Para Sûriyê ya petrolê 60% ye

Herdu aliyên destnîşan kirin ku rêkeftina di navbera kompaniyan de temenê wê 25 sal in, para Sûriyê ji sedî 60 e û ta dawiya rêkeftinê, dê para Sûriyê bigihêje ji sedî 70-80.

Kompaniya Sûriyê got ku êdî hemû zeviyên li tevahî Sûriyê di bin kontrola wê de ne.

Zeviyên petrolê yên Rimêlanê, mezintirîn navenda petrola Sûriyê ye û xwedî zêdetirî 1,300 bîran in.

Çavdêr jî dibînin ku rawestandina Rafîneya Banyasê ji bo 3 mehan dikare bibe sedema kûrbûna krîza sotemeniyê li seranserê Sûriyê, ji ber ku ew navenda sereke ya parzûnkirina petrola herêmê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye