Li Dêrikê xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî kirin

Li parêzgeha Hesekê xwendekar li hember biryara Wezareta Perwerdeyê nerazî ne û derbasî dibistanên xwe nabin. Li Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo û Kobanê bi çalakiyên cuda xwendekaran daxwaza dayîna perwerdeyê bi zimanê kurdî kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojavayê Kurdistanê bertekên Xwendekaran ji bo hînkirina bi zimanê kurdî dewam dike.

Li bajarê Dêrikê xwendekarên Dibistana Yûsif Ezma kom bûn û sirûda Ey Reqîb vegotin.

Piştî wê çûn navenda perwerdeyê ya bajêr û daxwaz kirin ku bi zimanê Kurdî xwendina xwe berdewam bikin.

Xwendekar ji navenda perwerdeyê derbasî gel gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero bûn.

Şêro Şero hevdîtin bi wan re kir û li daxwazên wan guhdarî kir.

Xwendekaran daxwaz kirin ku materyalên perwerdeyê hemû bi zimanê Kurdî bin û zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.

Gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero diyar kir ku ew ê daxwazê wan bi rêyên qanûnî bigihînin aliyên têkildar.

Xwendekarên Girkê Legê: Divê zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî

Li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê jî xwendekarên Dibistana Şehîd Serdar û malbatên wan têkildarî biryara Wezareta Perwerdeyê daxuyanî dan.

Xelkê Girkê legê gotin divê ew li herêmên xwe hemû waneyan bi zimanê Kurdî bixwînin û zimanê Kurdî li dibistanan bibe zimanekî fermî.

Şêniyên Qamişlo: Em ê heta dawiyê mafê xwe yê ziman biparêzin 

Her wiha Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê bi beşdariya xwendekar û mamosteyan ji bo zimanê Kurdî, meşek li dar xist.

Meş li Qada Şehîdan rawestiya, bi sirûda Ey Reqîb kêliyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin.

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman axivî.

Cewahir Osman diyar kir ku gelê Kurd her roj ji bo zimanê xwe li ser pêyan e û wiha axivî:

Em Kurd çêbûne, em ê bi Kurdî jiyan bikin, ji mafê me ye ku em bi Kurî bixwînin. 

Kongra Star: Perwerdeya bi zimanê dayikê mefekî bingehîn e 

Kongra Star li bajarê Kobanê jî li ser heman boneyê daxuyanî da.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî, mirovî û nesînorkirî ye û hat gotin:

"Ti saziyên siyasî yan leşkerî nikarin vî mafî ji zarokên me bistînin an bixin bin sîbera berjewendiyên xwe yên teng.

Ev biryar êrîşeke li ser çand, dîrok û rûmeta gelê me ye. "

Kongra Star da zanîn ku ew jî tevlî xwendekar û malbatên wan dibe û biryara sînordarkirina zimanê Kurdî şermezar dikin.

Kongra Star da xuyakirin ku ji bo parastina zimanê Kurdî ew ê asta berxwedan û tekoşînê bilind bikin.

Dawiyê kongra Star da zanîn ku heta ku mafê zimanê me yê fermî û tam neyê naskirin, ti xwendekar naçin dibistanan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye