Frontex: Me alîkarî bi YE re kir ku 33 hezar koçber vegerin welatên xwe

Ajansa Pasevanên Sînor û Peravan a Ewropî Frontex ragihand, di nîvê yekem ê vê salê de, wan alîkariya welatên Yekîtiya Ewropayê di vegerandina bêhtirî 33 hezar koçberên neqanûnî bo welatên wan de kiriye. Li gorî ajansê, Tirkiye, Sûriye û Gurcistan di serê lîsteya welatên ku welatiyên wan bi alîkariya ajansê hatine vegerandin de ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dersînorkirin koçberan ji welatên Yekîtiya Ewropayê her diçe leztir dibe.

Ajansa Parastina Sînor û Peravê ya Ewropî, Frontex, ragihand ku di nîvê yekem ê vê salê de alîkariya welatên Yekîtiya Ewropa kiriye ku zêdetirî 33 hezar koçberên neqanûnî vegerînin welatên wan ên resen.

Ajansê diyar kir ku 21 hezar ji van bi dilxwazî ​​vegeriyan.

Hevrûkirin bi sala borî re derdora 19 hezar kes vegerandine.

Di heman demê de Ajnasê destnîşan kir ku prose dûra vegerandinê piştî her kes vebijarkên qanûnî yên berdest ji bo mayîna li Yekîtiya Ewropî biqedîne dest pê dike.

Efserên Frontexê li balafirgehên 11 welatên Ewropî hatine bicihkirin.

Ev ji bilî birêvebirina prosedurên îdarî û lojîstîkî yên ji bo firînên vegerê dikin.

Tirkiyê, Sûriyê û Gurcistanê di serê lîsteya ku welatiyên wan vegeriyane de ne 

Tirkiyê, Sûriyê û Gurcistanê di serê lîsteya welatên ku welatiyên wan bi alîkariya ajansê hatine vegerandin de ne.

Di heman demê de Almanya, Fransa û Qibrisê jî welatên ku herî zêde xelk vegerandine.

Welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin di nîvê duyemîn ê salê de, di gel cîbicîkirina peymana nû ya koçberî û penaberiyê, vegera koçberan zêde bikin.

Danîmark, Almanya, Holanda, Awistirya û Yewnanistan jî ji bo gihîştina rêkeftinekê bi welatên li derveyî Yekîtiya Ewropayê re dixebitin da ku "navendên vegerê" ava bikin.

Ji bo kesên ku serlêdanên wan ên penaberî yan rûniştinê hatine redkirin pêşwazî bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye