Bolîvyayê rewşa awarte ragihand û ji bo vekirina kolanan artêş şand

Bolîvya ket nav qonaxeke awarte ya siyasî, piştî şeş hefteyên portestoyên li dijî hikûmetê ku welat felc kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Li gorî AFP’ê, serokê Bolîvyayê Rodrigo Paz roja şemiyê rewşa awarte ya 90 rojan ragihand û artêş şand ku barîkadên protestoyan rake, piştî ku protestoyên berdewam rêyên sereke û bajarên mezin qefilandin.

Protestoyên ku ji aliyên komên xwecihî û cotkaran ve tên rêxistin, li dijî polîtîkayên aborî yên nû yên hikûmetê ne û daxwaza rawestandina reforman û rawestandina desthilata Rodrigo Paz dikin.

AFP ragihand ku di gelek bajaran de kêmbûna sotemenî, xwarin û derman derketiye holê, û aboriya welêt jî bi milyaran dolar zirar dîtiye.

Serokomar Rodrigo Paz di daxuyaniya xwe ya televîzyonî de ragihand ku di 20ê Hezîranê de rewşa awarte hat îlan kirin, da ku astengkerên ku ji şeş hefteyan zêdetir Bolîvyayê zehmet kiribûn werin rakirin.

Rodrîgo Paz xwepêşandaran tawanbar kir ku ew ji aliyê hêzên ku bi muxederatan ve girêdayî ne tên rêvebirin, û têkiliya wan bi serokê berê Evo Morales re anî ziman.

Li gorî nûçegihanên AFPê, polîs û hêzên leşkerî li ser rêya sereke ya ku Cochabamba û Oruro bi hev ve girê dide, bi astengkerên rêyan ên dij-hikûmetê re ketin pevçûnê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye