Di xwepêşandanê de welatiyan pankertên "Na ji Bilindbûna Bihayê Elektrîkê re û Na ji Qutkirina Eleketrîkê re" hilgirtin û banga başkirina rewşa aborî kirin.
Her wiha bang li rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin ku destwerdanê bikin û çareseriyekê ji vê êşa wan re bibînin.
Xwepêşanderan tekez kir ku xwepêşandanên wan wê rojane berdewam bikin, heta ku daxwazên wan werin bicihanîn.