Bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn, li gelek navendan meş û çalakî hatin lidarxistin.
Duh li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê jî çalakiyên nerazîbûnê yên komployê hatin lidarxistin.
Di çalakiyê de 4 jê zarok bi giştî 16 kes hatin binçavkirin.
Kesên bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatin binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li midûriyeta polîsan qediya, hatin berdan.