Tuncer Bakirhan: Em ê komara demokratîk bi hev re ava bikin

Di 78 emîn kongreya Yekitiya Tabîban a Tirk de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew ê Komareke Demokratîk ku tu kes rastî girtin û binçavkirinan neyên ava bikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tevlî kongreya 78emîn a Yekîtiya Tabîban a Tirkiyê bû û di wê kongreyê de axivî.

Tuncer Bakirhan anî ziman ku Yekitiya Tabîban di têkoşîna demokrasiyê de ciheke girîng digire û wiha got:

"Bi vê wesileyê ez bijîşkên jiyana xwe ji destdanê bi bîr tînin û di şaxse Selçuk Mizrakli de ji bijîşkên di girtîgehan de tên ragirtin jî silavan dişînim.

Yekitiya Tabîban gelek caran li dijî polîtikayên desthilatê derket û ji bo aştî, rastî gelek zextan hat.

Em ê bi hev re bitêkoşîn û Komareke Demokratîk ku tu kes rastî girtin, binçavkirinan nayên û hemû welatî bi karin bi awayekî wekhev bi hev re bijîn ava bikin."

Di dawiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tekez kir ku ew ê Komara Demokratîk bi hev re ava bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye