Rûsya rewşa awarte li Qirimê ragihand

Rûsyayê îro li Qirimê rewşa awarte ya herêmî ragihand. Ev rewşa awarte di encama êrîşên Ûkraynayê yên li ser Qirimê de pêkhat û bû sedem ku pirsgirêka sotemenî û elektrîkê li herêmê derkeve.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rayedarên herêmî yên Rûsyayê îro li Qirimê rewşa awarte ya herêmî ragihand.

Ev rewş da ku encamên êrîşên dawî yên Ûkraynayê yên ku bûne sedema kêmbûna giran a sotemenî û elektrîkê çareser bikin.

Parêzgarê Qirimê Sergei Aksyonov di daxuyaniyekê de li ser Telegramê got ku çarçoveya qanûnî ya rewşa awarte dihêle ku em pirsgirêkên têkildarî domandina xebata hemû beşên girîng bi leztirîn awayî çareser bikin.

Aksyonov roja pêncşemê destpêkirina dabeşkirina elektrîkê li seranserê nîvgiravê ragihand da ku kêmasiyên ji ber topbarana Ûkraynayê çêbûne çareser bike.

Qirimê çalakiyên geştiyariyê û kampên havînê yên zarokan heta Îlonê rawestandin, bi hinceta kêmbûna sotemeniyê û fikarên ewlehiyê.

Rayedarên herêmî jî roja yekşemê firotina sotemeniyê ji kesan û karsaziyan re ji ber kêmbûna wê ya di encama êrîşên Ûkraynayê çêbûne de rawestand.

Kêmbûna sotemeniyê bi taybetî li Qirimê, ku Rûsyayê di sala 2014ˊan de ji Ûkraynayê vegirt, giran bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye