Ji bo mijara bêçekkirina hizbulahê Barrack li Lubnanê ye

Nûnerên Amerîkî Tom Barrack ji bo bêçekkirina Hizbulah îro careke din serdana Lubnanê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Al Arabiya û Al Hadath, nûnerê Amerîkî Tom Barrack ji bo nîqaşkirina encamên biryara hikûmetê ya sînordarkirina hebûna çekên Hizbulah, cara çaremîn e serdana Lubnanê dike.

 

Tom Barrack destnîşan kir ku divê hikûmeta Lubnanê biryara xwe ya bêçekkirina Hizbulahê bi piştgiriya Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê(UNIFIL) bişopîne.

 

Washington ji Unifil xwest mayîna xwe ya Lubnanê dirêj bike

 

Her wiha li gorî Al Arabiya Cîgira Nûnerê Taybet ê Serokatiya li Rojhilata Navîn Morgan Ortagus jî, mijara UNIFIL û nûkirina dema mayînê ya li Lûbnanê nîqaş bike serdana Lûbnanê dike.

 

Çavkaniyan diyarkirin Washington ji UNIFIL xwestiye ku mayîna xwe ya li Lubnanê ji bo salekê, heta dawiya sala 2026'an dirêj bike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24