Berdevkê Hikûmeta Efxanistanê Zebîhulah Mucahid diyar kir, di erdheja bi hêza 6.0 pileyî de, bi tenê li wîlayeta Kunar 800 kesî jiyana xwe ji dest da û 2500 kesên din jî birîndar bûne, her wiha li wîlayeta Nangarharê jî 12 kesan jiyana xwe ji dest daye û 255 kes birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve jî hakimê wîlayeta Kunarê, Mewlewî Qudretulah eşkere kir, ku gelek rê hatine qutkirin û otombêl nikarin çûn û hatinê bikin û çarenîvsa hejmareke mezin ji niştecihên deverên çiyayî li rojhilatê Efxansitên nayê zanîn û got: Dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.