Malpera fermî ya Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, ku di 24ê tebaxê de şandeke hikûmeta Brezîlya serdana navenda Gerînendeyê kir.
D civînê de rewşa Sûriyeyê, dan û standinên ligel Hikumeta Veguhêz, rewşa ewlehî û mirovî ya herêmê hatin nîqaşkirin.
Gerînendeya Têkiliyên Derve da xuyakirin ku ji bo dîtina çareseriyeke siyasî, divê tevahiya pêkhateyên Sûriyê beşdariyê di pêvajoya siyasî de bikin û peymana 10`ê adarê bê bicihkirin.
Di dawiya hevdîtinê de, Rêveberiya Xweser li gorî belgeyeke fermî ku her du aliyan îmze kiriye, jinek û zarokek ên ji malbatên DAIŞ’î radestî şandeya Brezîlyayê kirin.