Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrîşên li ser taxên Kurdan daxuyaniyek li ser malpera xwe da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku acizbûna pêşketina leşkerî ya van koman hişt ku bi awayekî zanabûnê, çekên giran ji tank û topavêjan li dijî taxên şêniyan, nexweşxane û binesaziyan bi kar bînin. Bi vê yekê tevahî pîvan û qanûnên mirovî û navneteweyî bin pê dikin.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman ku hedefgirtina dubare ya nexweşxane û navendên tenduristiyê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne kiryarekî leşkerî ye, kiryarekî bi zanabûn a bi armanca feclbûna jiyana wan taxan û mehrûmkirina şêniyan ji mafên dermankirinê ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdewama van sûcan û binpêkirinên xeternak nîşaneya pêkanîna komkujyan li dijî welatiyan e. Ev êriş dikevin xana sûcên şer û qirkirina komî, nemaze li gel beşdariya komên DAIŞˊê dike.
Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de dewleta Tirk a dagirker rasterast berpirsiyariya van sûcan dît û got, dewleta Tirk, bi armanca tevliheviya aramî û derbekirina vîna gelên azad, piştgiriyê dide van koman.
Rêveberiya Xweser berxwedana mezin û biçûkên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û lehengên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî dijminê hov silav kir û got hûn destanên berxwedanê dinivîsin.
Rêveberiyê bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê, gelên azad û hêzên demokratîk li cîhanê jî kir ku li xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwedi derbikevin. piştgiriyê bidin berxwedana wan a rewa li dijî van êrişan û helwesteke cidî û zelal nîşan bidin.
Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî, tevahî rêxistin, saziyên navneteweyî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin, van binpêkirinan dawî bikin, rê li ber sûcdaran bigirin, wan li gorî qanûna navneteweyî ceza bikin, nehêlin deverên niştecihan topbaran bikin û komkujiyên li dijî gel pêk bînin.
Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser kesên di oxira parastina xak û rûmeta gelê xwe de şehîd bûne bi bîr anî, soza şopandina rêça wan kir, şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest û sersaxî da malbatên şehîdan û got vîn û berxwedan ji tevahî hewldanên qirkirinê û êrişan bi hêztir e.