Li tevahiya Îranê internet hat qutkirin

Dewleta Îranê ji bo dîmen û agahiyên mezinbûna serhildana gelan belav nebin, li tevahiya welat torên internetê bi tevahî qut kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên li dijî dewleta Îranê berdewam dikin.

Hate zanîn ku dewletaÎranê bi armanca astengkirina derketina agahiyan û dîmenên serhildanê li tevahiya welat torên internetê qut kir.

Her wiha duh çalakî li 111 bajaran hatin lidarxistin û tevahiya rojê jî li seranserî Îranê dikan hatin girtin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, roja sêşemê, dîsa Îran hişyar kir ku xwepêşandêran nekuje.

Li gorî Ajansa France-Pressê AFP'ê, Donald Trump, di hevpeyvînekê de, bi rojnamevanê muhafezekar Hugh Hewitt re got:

"Min ji Rayedarên Îranê re got ku eger ew dest bi kuştina mirovan bikin, ji ber ku ew di serhildanan de, her tim xwepêşandêran dikujin, em ê pir tund li wan bixin."

Ji aliyê din ve, Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan, banga xweragirtinê ya herî zêde di mijûlbûna bi xwepêşandanan re kir.

Mesûd Pizişkiyan, di daxuyaniya ku li ser malpera xwe weşandin de, balkişand ser nêzîkatiya ji xwepêşandêran û wiha anî ziman:

"Min ji hemû aliyan xwest ku ji her kiryarên tundûtûjî û zorê dûr bisekinin û li şûna wê beşdarî diyalog û guhddrkirina daxwazên gel bibin."

Li aliyê din, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê IHRNGO'ê ya ku navenda wê li Norwêcê ye, roja pêncşemê, ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îranê herî kêm 45 xwepêşandêr, di nav de heşt zarokên biçûk, kuştine.

Rêxistinê, diyar kir ku roja çarşemê, 13 xwepêşandêr mirine, ku ev jî hejmara herî zêde ya rojane ye ji dema ku xwepêşandanên ku 12 roj berê dest pê kirine.

Her wiha Rêveberê rêxistinê, Mehmûd Emîrî-Moghaddam, ragihand ku bi sedan kes birîndar bûne û 2,000 xwepêşandêr jî hatine girtin.

Li Îranê, ji 28'ê Kanûna 2025'n ve, xwepêşandanan gel dest pê kiribûn û heta niha jî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye