Hêzên Hikûmeta Veguhêz êrîşî Siweydayê kirin

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê hewldana Hêzên Hikûmeta Veguhêz a ketina bajarokê Mecdel têk bir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siweydayê bi daxuyaniyekê da zanîn ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz di saetên serê vê sibehê de ji bajarokê Mensûrayê, eniya bakurê rojavayê bajar topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku di encama topbaranê de şervanekî Hêzên Parêzvanên Nîştimanî di êrîşê de, hatiye kuştin.

Fermandariyê got: “komeke dijber ji bajarokê Mezrayê hewl da li bajarokê Mecdelê bikeve nuqteyeke leşkerî, piştre bi dronan êriş kir. Hêzên me hewldan têk bir, maşîneyeke koma êrişkar îmha kir û rewşa meydanî li hemû eniyan kontrol kir.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye