Ozgur Ozel ligel 91 parlamenteran ji CHP’ê îstifa kirin

Ozgur Ozel ligel 91 parlamenteran ji CHPê îstifa kir û daxwaznameya damezrandina Partiya Nû îmze kir. Serlêdana damezrandina Partiya Nû ji aliyê rayedarên parlementoyê ve birin Wezareta Karên Navxweyî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî biryara betalkirina mutleq, serokê CHP’ê Ozgur Ozel, ku bi awayekî demkî ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, ligel 91 parlamenterên din ji partiya xwe îstifa kir.

Di vîdyoya ku wî daxwazname îmze kir de, Ozel got: "Bila ji bo welat, netewe, partiya me û me hemûyan sûdmend be."

Piştî îmzeya Ozel, daxwaznameya damezrandina Partiya Nû ji aliyê rayedarên parlementoyê ve birin Wezareta Karên Hundir.

Komîteya damezrîner a Partiya NÛ wê di saet 14:00’an de li Klûba Anadoluyê bi serokatiya Ozgur Ozel bicive.

Tê payîn ku Komîteya Damezrîner di civîna xwe ya yekem de serokê partî û organên partiyê diyar bike û piştre jî rêveberiya parlemanî hilbijêre.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye