Li gorî agahiyên hatin weşandin, ji ber derketina gazê di kanê de pêk hat.
Piştî agahdarkirina aliyên têkildar, tîmên agirkujiyê û tîmên rizgarkirinê hatin şandin cihê bûyerê.
Teqîn bû sedema mirina 3 karkeran û birîndarbûna 5 kesên din
Di destpêka xebatan de, ji 7 karkerên ku ji Kanê hatin derxistin, mirina 2 kesan hat piştrastkirin.
Di heman demê de, tîmên rizgarkirinê xebatên xwe ji bo gihîştina karkerê dawî yê ku di Kanê de mabû domandin.
Di encamê de, ew karker jî hat dîtin.
Waliyê Zonguldakê Osman Hacıbektaşoglu, diyar kir ku di dema teqînê de bi giştî 8 karker di Kanê de hebûn.
Bi gotina wî ji 5 karkerên birîndar rewşa 3 kesan baş e, lê 2 kesên din ji ber şewitînê di rewşeke giran de ne.