Wêranbûna ekolojîk a li geliyê Zîlan mezin dibe

Wêranbûna ekolojîk a li seranserê geliyê Zîlan a girêdayî Wanê 6,5 kîlometre dirêj belav bû, qadên jiyanê yên zindiyan di bin de man.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan, ji 23`yê îlonê ve bi ketina amûrên kar ên ji bo Projeya Qenalê Avdaniyê ya Pay, li Geliyê Zîlan ya navçeya Erdîşê xebatê wêrankirina xwezayê dest pê kirin.

Bi destpêkirina van xebatan re, li Geliyê Zîlan wêraneke mezin a ekolojîk derket holê.

Gelek dar hatin birîn, qadên kesk zirar dîtin û herikîna ava ku ji bo çandiniya herêmê pêwîst e kêm bû.

Her wiha bû sedem ku di erdê wan de çalên mezin çêbibin.

Zirardayîna xwezaya Geliyê Zîlan a ku bi dîroka xwe tê nasin, dibe sedema bertekên mezin ên gelê herêmê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye