Li Hesekê û Qamişlo hewildanên provakasyonan berdewam e

Li Rojavayê Kurdistanê ev çend hefte ne, her roja înê hin kom bi armanca xwepêşandanan derdikevin û tevliheviyan di nava parêzgeha Hesekê de derdixin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li bajarên Hesekê û Qamişlo wê careke din xwepêşandan were lidarxistin.

Ev kom jî bi riya daxuyaniyan bang li xelkê dikin ku tevlî van xwepêşandanan bibin.

Hefteya borî jî xelkên taxa Xiwêran û Neşwa xwestin tevlîheviyê li nava bajêr derxin, lê hêzên ewlehiyê li ber vê yekê girtin û nehiştin derbasî naverasta bajêr bibin.

Armanca wan xwepêşandan e, lê her dema derdikevin êrîşî sombolên Kurdan dikin û tevlîheviyeke zêde derdixin.

Beriya demekê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke teybet li gel televezona me diyar kir ku serweriya Hikûmeta Sûriyê li parêzgehê çêbûye, êdî divê hikûmet berpirsyariya van tevliheviyan rake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye