Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, bi boneya Roja Dayikan, heyeteke Meclîsa Dayikên Aştiyê, serdana patiyên siyasî dikin.
Heyet ji Behiye Yalçîn, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butunê pêk tê.
Her sê Dayikan, digel Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya de, li Meclîsê, destpêkê serdana Partiya Tevgera Netewperest kir.
Serokwekîlê MHP`ê bi Kurdî pêşwaziya Dayikên Aştiyê kir
Serokwekîlê Partiya Tevgera Netewperest Erkan Akçay dayik bi gotina, ‘Hûn bi xêr hatin’ pêşwazî kirin û got:
‘zimanê êşan tune ye, lê dilê wan heye.’
Dayika Aştiyê Muzeyyen Butun ku tekildarî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand û bi lêv kir ku hevdîtina wan bi erênî derbas bû û wiha got:
“Em pir kêfxweş bûn. Em hevî dikin em ê aştiyê bi hev re bigihînin armancê û li vî welatî bi hev re bijîn.”
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî diyar kir ku ji bo aştî pêk were, ew piştgiriya têkoşîna birêz Abdullah Ocalan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest dikin.
Her wiha wê tekez kir ku ji bo aştiyê, çi ji destê wan were dê bikin.
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên CHP û Gelecekê bikin
Serdanên Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî re sibe jî dê bidomin.
Dayikên Aştiyê dê sibe di seat 12.00an de serdana Partiya Gel a Komarparêz bikin û di seat 14:00an de jî, dê serdana Partiya Gelecekê bikin.