Darizandina Ecac Tikrîtî li Îraqê dest pê kir

Li Dadgeha Cezayê ya Bilind a Îraqê darizandina Ecac Ehmed Tikrîtî îro dest pê kir ku weke ‘Celadê Enfalê’ tê naskirin. Ehmed Tikrîtî ku bi êşkence, birçîhiştin, destdirêjiya li ser jinan û sûcên şer tê sûcdarkirin, di lêpirsînê de sûcdarî qebûl kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Dadgeha Cezayê ya Bilind a Îraqê îro darizandina yek ji sûcdarên pêvajoya Enfalê Ecac Ehmed Tikrîtî pêk tê.

25 gilîkar beşdarî doza li dadgeha li herêma Rusafayê bûn.

Rûniştin ji aliyê pênc dadgeran ve tê birêvebirin, sê dozger û du parêzerên Ehmed Tikrîtî ne.

Li gorî parêzerên dosyayê, Ehmed Tikrîtî ku wê demê Midûrê Girtîgeha Nugre Selman bû, di dema lêpirsînê de sûcdarî qebûl kir.

Ehmed Tikrîtî ji ber sûcên êşkence, birçîhiştina bi rêk û pêk, destdirêjiya li jinan û sûcdariyên din ên şer tê darizandin.

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ragihand ku Ecac li tawanên destdirêjiya li ser jinan û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye.

Li gorî agahiyan ji Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Diyala û Selahaddînê li gel malbatên mexdûrên Enfalê tê payin ku 221 kes tevlî dozê bibin.

`Celadê Enfalê` ecac kî ye?

Celadê Enfalê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî kî ye:

Ecac Ehmed Tikrîtî sala 1962’an li wîlayeta Selahaddînê ji dayik bûye.

Ew di sala 1986`an de ji Fakulteya Ewlekariya Neteweyî derçûye.

Wî 5 salan xizmeta leşkerî kiriye ku 3 salên wî li Nugreselmanê derbas kirine û paşê malnişîn bûye.

Piştî 37 salên di ser operasyonên Enfalê re derbas bûn, di 31’ê Tîrmeha 2025’an de li bajarokê Zuluiyê hat girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye