834 koçberên Îraqî ji kampa Holê derketin

Di çarçoveya hevkariya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamenta Iraqê de beşeke din a koçberên Iraqî yên li Kampa Holê vegeriyan welatê xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beşa panaberan ji 230 malbatan (834 kes) pêk tê, bi rêya erebeyan hatin şandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina wan tedbîrên parastinê girtin.

Bi vê yekê ji destpêka îsal ve 15 caran malbatên iraqî ji kampê hatin derxistin û ji destpêka vegerandina malbatên iraqî yên li kampê bo warên wan anku ji destpêka 2021’an ve, ev beşa 32’yan e.

Di heman demê de heyetek ji Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê jî dema vegera koçberan li gel rêveberiya Kampa Holê rewşê şopand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye