Di operasyona li dijî DAIŞ`ê li Yalovayê de pevçûn derketin Her wiha di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn. polîsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Yalovayê. Dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê.
Alî Yerlîkaya têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku ji 7 polîsên birîndar 3’yan jê jiyana xwe ji dest dane.
Yerlîkaya, anî ziman ku di nava mehekê de 137 gumanberên DAIŞ’î hatine girtin û 97 DAIŞ’ê bi şertê kontrola edlî hatine berdan.Her wiha Yerlîkaya, bi domdarî destnîşan kir ku îro li 15 bajaran bi awayekî hemwext ser 108 navnîşanan de girtine û li Yalovayê pevçûn derketiye. Yerlîkaya, da zanîn ku di pevçûnê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di danê sibehê de li Yalovayê li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin û pevçûn derket. Di pevçûnê de 7 polîs birîndar bûn û hat zanîn ku pevçûnên li herêmê didomin.
RTÛK’ê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê ya demkî da. 5 dibistanên li herêmê jî navber dan perwerdeyê.