Naîm Qasim ji hikûmeta Libnanê re: Civîna li Washingtonê betal bikin

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Naîm Qasim, bang li hikûmeta Libnanê kir ku civîna di roja Sêşemê ya di navbera balyozên Libnanî û Îsraîlî de li Washingtonê hatibû plankirin betal bike. Îsraîlê jî, ragihand ku wan di 24 satên dawiyê de, 150 armancên girêdayî Hizbulahê topbaran kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim jî, bang li hikûmeta Libnanê kir ku civîna ku ji bo roja Sêşemê di navbera balyozên Libnanî û Îsraîlê de li Washingtonê hatibû plankirin betal bike û danûstandinan ew ê civîn  bêwate ye.

Di heman demê de, Qasim got ku Hizbullah dê li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê li ber xwe bide.

Ji aliyê xwe ve jî, çêkdarên Hizbullahê ragihand ku wan baregeha Tefen, baregeha Ma'aleye Colani û binesaziya artêşa Îsraîlê li wargehên Ma'aloye-Tarşîha û Kermîelê hedef girtine.

Îsraîl: Me di 24 setên dawiyê de 150 hedefên Hizbulahê topbaran kir

Îsraîl di hemdema pilankirina danûstandina di navbera Amerîka û Libnanê de êrîşên xwe li ser Libnanê berdewam dike.

Atêşa Îsraîlê îro, di rêya postekê li ser X`ê de, eşkere kirin di 24 saetên dawî de, nêzîkî 150 hedef li çend deverên başûrê Libnanê hatin lêdan.

Artêşê da zanîn ku ev cihên ku hatine armancgirtin girêdayî Hizbullahê ye û nav hedefan de "avahiyên leşkerî, cihên avêtina mûşekên dijî tankan û baregehên fermandariyê hene.

Her wiha Artêşa Îsraîlê îro periya vê yekê, kuştina 5 fermandarên Hizbûlahê eşkere kiribû.

Roja înê jî artêşa Îsraîlê ragihandibu ku wan zêdetirî 250 endamên Hizbullahê di 8 nîsanê de kuştine.

Wezareta Tendiristiyê ya Libnanê: Heta neha zêdetirî 250 kes hatine kuştin

Wezareta Tendiristiyê ya Libnanê da zanîn ku ji despêka êrîşîn Îsraîlê li ser Libinanê di meha adarê de, zêdetirî 250 kes hatine kuştin û hezar û 200 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye