Baregehên Heşdî Şebî yên li Kerkûkê hatin bombekirin

Balafirên şer ên Amerîkayê bombe li baregehên Heşdî Şebî yên li sînorê Kerkûkê Başûrê Kurdistanê barandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan bombe li tûgeya 17 û 40’î ya Heşdî Şebî ya li sînorê Gundê Melhe ya ser bi navçeya Dubiz a dikeve Bakurê Kerkûkê hatiye barandin.

Têkildarî zirar û ziyanan ti agahî nehatiye bidestxistin.

Her wiha hêjayî bîrxistinê ye ku îro bi dronên xwekuj û mûşekan 6 caran êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê jî hate kirin.

Li gorî zanyariyan êriş ji aliyê eniya Muqaweme ya Îslamî ya li Îraqê ve, pêk hatiye.

Beşek ji êrîşê ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hate tunekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye