Civîna 12’emîn ya Komisyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye ava kirin, bi guhdarkirina Navendên lêkolînan û Nûnerên Saziyan destpê kir.
Komisyon wê di rûniştina yekem de SETA, DİTAM, Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn, Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar bike.
Di rûniştina duyem de jî, Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) dê bên guhdarîkirin.
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya destpêkê de, got: “Komisyon êdî tê dawiya civînên guhdarkirinan û di tevahiya civînan de 830 rûpel hatine girtin.”
Kurtulmuş: Em bi ser bikevin em ê bigihên qonaxeke girîng
Di domandina axaftinên xwe de, Kurtulmuş wiha got: “Di meha cotmehê de, guhdarkirinên din ên saziyên civakî jî wê werin girtin û pişt re jî amadekariyên xwe yên reşnivîsa qanûnî bikin û pêşniyaran bişînin Lîjneya Giştî.”
Herî dawiyê, serokê Meclîsê Kurtulmuş da zanîn ku eger Komîsyon di xebatên xwe de bi ser bikeve, em ê bigihên qonaxeke girîng û dest bi amadekariya xebata reşnivîsa qanûnî bikin.