Berpirsekî leşkerî yê Îsraîlî got ku mûşekên Îranê di meha borî de gihiştibûn çend cihên leşkerî yên Îsraîlê.
Wî berpirsê Îsraîlî ku nexwest navê xwe eşkere bike, daxuyakirin ku ew cihên bi mûşekan ji aliyê Îranê ve hatibûn hedefgirtin, gelekî kêm zirar dîtine, niha jî kar li wan cihan berdewam dike.
Di êrîşan de, gelek avahiyên niştecîbûnê hatibûn hedefgirtin, lê artêşa Îsraîlê îdîa dike ku di şerê 12 rojan de, piraniya mûşek û dronên ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, berî ku bigihên armancên xwe, ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve li asman hatibûn teqandin.