Sûpaya Pasdaran: Me bi Omanê re li ser parvekieina dahatên Tengava Hurmizê li hev kirin

Sûpaya Pasdarên Îranê peymaneke fermî ya di navbera Tehran û Mesqetê de ragihand ku li ser dabeşkirina dahatên Tengava Hurmizê ye. Di heman demê de, Pasdaran hişyarî da Amerîkayê ku heta şertên wan neyên qebûlkirin, ew ê destûrê nedin vekirina tengavê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sûpaya Pasdarên Îranê 26`ê tebaxa 2026`an aşkere kir, piştî danûstandinên sê mehan, Îran û Oman gihîştine rêkeftineke dawî li ser diyarkirina para her du welatan ji dahatên Tengava Hurmizê.

Li gorî daxuyaniyê, ev peyman pergala çûn û hatina keştiyan diguherîne sîstemeke "birêvebirina hevbeş" û girtina baçan ji keştiyên bazirganî.

Berdevkê Supaya Pasdaran rewşa tengavê nirxand û wiha got: "Tengava Hurmizê niha bi temamî di bin kontrola me de ye û ti keştiyeke leşkerî ya dijmin di nav de tune ye.

Hemû keştiyên wan ên şer herî kêm kîlometreyekê ji tengavê dûr hatine girtin. Bêyî destûr û çavdêriya Îranê, ti keştî nikare di vê rêyê re derbas bibe."

Berdevkê Pasdaran Amerîka bi têkdana rêkeftina navbera Tehran û Mesqetê tohmetbar kir û got: "Amerîka dibe sedema derengketina cîbicîkirina peymanê. Heta ku Washington şertên me qebûl neke û dest ji têkdana rewşê bernede, di bin ti mercî de Tengava Hurmizê ji bo wan naye vekirin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye