Hêzeke mezin a Rûsyayê gihîşt baregeha leşkerî ya Himêmîmê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzeke mezin a Rûsyayê gihîşt Baregeha Leşkerî ya Himêmîm li parêzgeha Laziqiyê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Rûsyayê bi zêdetirî 9 balafirên kargo yên ji cureya A124ˋan ên ji Rûsyayê ve hatine, li baregehê daketin.

SOHRˊê eşkere kir ku karwanên leşkerî yên Rûsyayê ku ji zêdetirî 24 kamyonên ku ji madeyên lojîstîkî, alavên giran û 4 tankerên kîrosînê pêk dihat, ji baregeha bendera Tertûsê ketin baregeha Himêmîmê.

Baregeha Himêmîm li parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê ye û di sala 2015`an de, di encama peymanekê ku di navbera serokê Rûsya Vladîmêr Putin û serokê wê demê yê Sûriyê Beşar Esed de hatibû imzekirin, wek baregeha fermî ya hêzên asmanî yên Rûsyayê hatibû naskirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24