Şandeya DEM Partiyê: Me bi serokomarê Tirkiyê re civînek berhemdar li dar xist

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê, îro seat û nîvekê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya. Piştî civînê şandeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtina wan de girîngiya qonaxa niha, gavên ku divê werin avêtin û îradeya berdewamkirina pêvajoyê hatine nirxandin. Şandeyê ragihand ku gava wan a piştî vê civînê ew e ku di demeke nêz de biçin Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî pejirandina pêşnûmeya çarçoveyî li Parlamentoyê, endamên Şandeya Îmraliyê ya Dem Patiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Qesra Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiyan.

Beriya hevdîtinê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan destnîşankiribûn ku dema hevdîtin bidawî bibe ew ê bi Rêberê Damizrînerê PKK`ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bînin.

Piştî civînê şandeyê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de wiha nivîsî.

Îro, me bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û şandeya wî re civînek berhemdar li dar xist.

Di civînê de, hate tekez kirin ku qanûna çarçoveyî di Meclîsa Mezin a Neteweyî de bi 467 dengan hate pejirandin.

"Di civînê de îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê hebû"

Girîngiya qonaxa niha ya pêvajoyê û gavên ku divê werin avêtin bi hev re hatin nirxandin.

Tê tekez kirin ku vekirina deriyên serdemekê ku tê de demokrasî û qada siyasî bi vê qanûnê dê werin xurt kirin ji bo hemû welatiyên me û welatê me girîngiyek mezin e.

Di civînê de îradeya hevpar a berdewamkirina pêvajoyê bi biryardarî hate piştrastkirin.

Hewldanên me dê berdewam bikin da ku pêvajo ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe.

Em spasiyê ji hemû partîyên siyasî û beşên civakê re dikin ku heta niha bi piştgirî, pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe piştgiriya pêvajoyê kirine.”

Şandeya Îmraliyê beriya hevdîtina bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re, pirsên rojnamegeran jî bersivandin.

Mîthat Sancar: Ji bo qanûn pêk were divê komîte ava bibin

Mîthat Sancar da zanîn ew li bendê ne ku di demeke zû de biçin Girava Îmraliyê û ev nirxandin kir:

“Ji bo qanûn pêk werin, divê destpêkê komîte werin avakirin.

Em ê li ser çawaniya pêkanîna qanûnê nêrînên xwe bibêjin.”

Pervîn Buldan: Divê pêvajo bi lez bimeşe

Pervîn Buldan diyar kir ku piştî hevdîtina bi serokkomar re, ew li bendê ne di demeke zû de biçin Girava Îmraliyê û ev tişt anî ziman:

“Niha pêvajo ketiye qonaxeke.

Divê bê ku dereng bê xistin, gav bên avêtin.

Piştî vê hevdîtinê, divê di demeke zû de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye