Şandeya ewlehiyê ya Îraqê serdana Erebistana Siûdiyê kir

Şandeyeke ewlehiyê ya pilebilind a Îraqê gihîşt Erebistana Siûdiyê û hejmarek dozên ewlehiyê û pirsgirêkên hevpar nirxandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeya ewlehiyê ya pilebilind a Îraqê li paytextê Erebistana Siûdî, rasterast li gel Wezîrê Parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Selman û berpirsên ewlehiyê yên pilebilind ên Siûdî civiya.

Li gorî agahiyên Medyayên Eerebî di nav şandeyê de rêveberên herî girîng ên artêş, îstîxbarat, parastina hewayî û antî-terorê hene.

Şandeya Îraqê hejmarek dozên ewlehiyê bi aliyê Siûdî re nirxand.

Di nav de êrîşên ku Erebistana Siûdî hedef girtin, doza dronan, û rêbazên xurtkirina hevrêzkirin û hevkariya ewlehiyê di navbera her du welatan de.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye