Li Zonguldakê karkerên kurd rastî êrîşan hatin

Li navçeya Alapliyê bêtirî 70 karkerên Kurd du caran rastî êrîşê hatin. Wekîlên DEM Partiyê banga ewlehiyê kirin. Pêvajoya edlî li ser bûyerê dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Bektaşli yê navçeya Alapli ya Zonguldakê, bêtirî 70 karkerên demsalî û malbatên wan ên ku ji bo karkeriya findiqan ji navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê çûbûn wir, di nava du rojan de du caran rastî êrîşên giran hatin.

Êrîşa yekem bi destwerdana cendermeyan hat sekinandin; lê dema karker êvarê ji zeviyê vedigeriyan, tevî ku tîmên cendermeyan li wir bûn jî, rê li ber êrîşa duyemîn nehat girtin. Li ser vê bûyerê, wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê bi Parêzgerê Zonguldakê û Qeymeqamiya Alapliyê re hevdîtin kirin û daxwaz kirin ku karker bi giştî bo cihekî ewle bên veguhastin.

Piştî van hewldanan, Serdozgeriya Komarê ya Alapliyê derbarê êrîşkaran de pêvajoya edlî û lêpirsîn da destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye