Hekerên Sîber ên Îranî Cara Yekem e ku li Brîtanyayê Santraleke Elektrîkê Tînin Rewşa Sekinandinê

Di êrîşeke sîber mezin de, hekerên sîber ên ser bi rejîma Îranê ve pergalên santraleke hilberîna elektrîkê ya Brîtanyayê ji bo çar rojan asteng kirin. Ev bûyer, ku wekî yekemîn destwerdana serkeftî ya Îranê di binesaziya enerjiyê ya Keyaniya Yekbûyî de tê pejirandin, fikarên ewlehiyê yên navneteweyî zêde kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya Brîtanî The Telegraph eşkere kir ku santraleke hilberîna elektrîkê ya li Brîtanyayê rûbirûyî êrîşeke sîber a nedîtî bûye. Li gorî zanyariyan, hekerên sîber ên ser bi rejîma Îranê ve karîn çar rojan rê li ber xebata vê santralê bigirin. Tevî ku berpirsên Brîtanyayê ji ber parastina ewlehiya neteweyî nav û cîhê santralê veşartî hiştine, lê tîmên ewlehiyê destnîşan dikin ku ev santral pir piçûk bûye û bandorekî neyînî li ser belavkirina elektrîkê ya giştî li welat nekiriye.

Ev êrîşa sîber di heman dema êrîşên li ser binesaziya avê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de pêk hatiye, ku li wir jî zirar gihîştibû pergalên 12 eyaletan. Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku armanca sereke ya hekerên sîber ên Îranî ne birîna elektrîka welat, lê belê ceribandin û nîşandana şiyana wan a sîber a li dijî binesaziyên krîtîk ên welatên rojavayî bûye. Piştî vê rûdanê, hikûmeta Brîtanyayê hişyariyên tund da şîrketên enerjiyê û rênîşanderên nû yên parastinê pêşkêşî rêveberên wan kir da ku rê li ber metirsiyên weha bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye