Li nêzîkî bajarokê Maungdawê yê li navenda Myanmarê, artêşa welat êrişeke asmanî bir ser perestgeheke Budîstan. Li gorî agahiyên şahidan ku dane Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), sivîl di dema birêveçûna merasîmeke olî de rûbirûyê vê bombebaranê bûne. Hat ragihandin ku temenê qurbaniyên vê komkujiyê di navbera 50 û 70 salî de ye.
Li gorî şahidan, piştî teqîna yekemîn xelkê herêmê xwestiye bi hawara birîndaran ve biçe û wan ji bin kavilan derxîne. Lê belê balafirên şer careke din li heman cihî xistine û kesên ku ji bo alîkariyê hatibûn jî kirine armanc.
Ev êriş di demekê de ye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hefteya borî raporek weşandibû. Di raporê de artêşa Myanmarê bi zêdekirina êrişên asmanî yên li ser sivîlan hatibû tawanbar kirin û hatibû diyarkirin ku ev kiryar dikevin xaneya tawanên şer. Herçend hikûmeta Myanmarê van tawanbariyan red dike jî, zirarên li ser sivîlan her ku diçe zêdetir dibin.