Amerîka:Bila welatiyên me bilez ji Îraqê derkevin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) bang li welatiyên xwe yên li Îraqê kir ku yekser derkevin. Welatiyên ku DYA'yê ji wan re gotiye derkevin, piraniya wan leşker in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber şerê ku di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de zêde bûye, metirsiyên rûdana şer li Îraqê jî heye.

 

Bi zêdebûna êrîşên Îranê yên li ser Îraqê re, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji welatiyên xwe yên li Îraqê xwest ku yekser ji Îraqê derkevin.

 

Îranê, li dijî gelek xalên li Bexdayê di nav de jî baregehên Amerîkayê yên li Bexda û Hewlêrê pêk anî.

 

DYA'yê, bi rêya balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bang li welatiyên xwe kir ku ji Îraqê derkevin.

 

DYA'yê, ji welatiyên xwe xwestibû ku ji 14 welatên Rojhilata Navîn di nav de Sûriye, Lubnan, Erebistana Siûdî, Urdin, Behreyn û Kuweyt jî, bilez derkevin.

 

Welatiyên ku DYA'yê ji wan re gotiye derkevin, piraniya wan şêwirmend, dîplomas û mamosteyên leşkerî ne.

 

Çend hezar Amerîkî li wir hene û pirnanî jî leşker in û di nava baregehên Amerîkayê de cih digirin.

 

Ji bo ku welatiyên Amerîka rastî şer neyên, ev bang hat kirin.

 

Her wiha ji ber rewşa xeternak, dibe ku Baylozxane û Konsolosxanyên Amerîkî yên li Îraqê, karên xwe kêm bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye