Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê, Serokê Şaredariya Herêma 15emîn a Parîsê Philippe Goujon, Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, di meresîma vekirinê de, amade bûn.
Anne Hidalgoyê da xuyakirin ku dostaniya Kurdan û Fransiyan kevnar e û got: "Têkoşîna Kurdan têkoşîna me ye û dîroka Kurdan, dîroka Parîsê ye jî."
ji aliyê xwe ve, Philippe Goujon, pesnê berxwedaniya YPJê û pêşmergeyan da.
Mesûd Barzanî jî, diyar kir ku Fransa her tim li rex gelê kurd bû û destnîşan kir ku Pêşmergeyan 11 hezar şehîd û birîndar dane.
Di dawiyê de, Kendal Nezan jî hêviya xwe anî ziman ku bajarên wekî Berlîn û Londonê jî, gavên bi vî rengî bavêjin û bal kişand ser vê yekê ku zêdetirî 90 ji sedî ji raya giştî ya Fransayê, piştgiriya gelê Kurd dike.