Trump: Hefteya bê dê ji bo Îranê pir xirab be

Piştî gurbûna rageşiyan di navbera herdu aliyan de, artêşa Amerîkayê careke din dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê sepand. Di nava van aloziyan de, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump gefên berfirehkirina êrîşan li dijî Îranê dixwe. Îran jî hişyariyê dide ku eger ev yek berdewam bike, dê rêyên hinardekirina enerjiyê bi giştî werin girtin. Ev jî dibe nîşaneya girtina Tengava Bab Mendibê ya ber bi Deryaya Sor ve.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di nava berdewamiya şerê herdu aliyan de, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump gefên berfirehkirina êrîşan li dijî Îranê dixwe.

Donald Trump ji Tora Fox Newsê re eşkere kir ku eger bi Îranê re neghêjin lihevkirinekê, wê êrîşên xwe li ser Îranê berfirehtir bikin û wiha got:

"Hefteya bê dê ji bo Îranê pir xirab be, ji ber ku hefteya bê dê santralên kehrebeyê bibin armanc.

Hefteya bê dê pir bibin armanc.

Îran hîn jî hin berxwedanê nîşan dide, lê ne pir zêde.

Hêzên Amerîkî ziyanên girîng dane şiyanên leşkerî yên Îranê, eger operasyon niha rawestiya, jinûveavakirina wan şiyanan dikare nêzîkî 20 salan bidome."

Her wiha Trump da zanîn ku duh nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Îranê re dan û standin kirine  û ji wê xwestiye ku bigihîje rêkeftinekê.

Amerîka dorpêça deryayî vegerand ser benderên Îranê 

Di nava ji nû ve destpêkirina êrîşan de, Amerîka careke din dorpêça deryayî danî ser benderên Îranê.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên Amerîkayê dest bi sepandina dorpêça deryayî kirine.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM’ê, zêdeyî 20 keştiyên şer ên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, digel bi sedan balafirên leşkerî, niha li seranserê Rojhilata Navîn hatine belavkirin.

Pasdarên Îranê: Em ê hemû rêyên hinardekirina enerjiyê bigrin

Supaya Pasdarên Îranê jî dibêje eger Amerîka bi kontrolkirina rêyên deryayî hewl bide ku hinardekirina petrol û gazê li herêmê asteng bike, rêyên din ên hinardekirinê yên ku xizmetê ji berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê re dikin, dikarin werin girtin.

Pasdaran di daxuyaniya xwe de desnîşan kir ku hinardekirina enerjiyê li herêmê dê "yan hemû yan tune be”.

Analîst dibêjin ku Îran amaje dike ku dibe ew ji bo girtina Tengava Bab Mendib a ber bi Deryaya Sor ve, hevalbendên xwe yên Hûsî yên Yemenî bi kar bîne.

Ev yek jî dê eniyeke nû li dijî Washingtonê veke û du ji damarên enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê bixe bin gefê.

Li gorî raporek li ser malpera Press TV ya Îranê, rayedarekî payebilind ê Hûsiyan roja duşemê got ku ew amade ne Tengava Bab Mendib bigirin.

Ev yek jî li gorî rayedar, heke Erebistana Siûdî êrîşên xwe yên li ser Yemenê berdewam bike.

Bi girtina van herdu tengavan, bihayên her bermîlek petrol dikarin bigihînin 200 dolarî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye