Li Başûrê Kurdistanê, xelk ji ber pirsgirêka kehrebeya niştîmanî dilgiran in, ji ber ku hem bihayê wê giran e û hem jî saetên dayîna wê ji bo welatiyan kêm bûne.
Bi hatina werza havînê û bilindbûna pileyên germê re, her wiha di werza zivistanê de jî gava ku pileyên germê dadikevin, li Başûrê Kurdistanê dayîna kehrebeya niştîmanî ji bo welatiyan kêm dibe.
Hikûmet: Sedema kêmkirina kehrebeyê zêdebûna xwestina wê ye
Hincetên berpirsên hikûmetê ji bo kêmkirina kehrebeyê ew e ku xwestina kehrebeyê zêde dibe.
Rayedarên hikûmetê diyar dikin ku xelk di werza havîn û zivistanê de herî zêde amûrên hênikkirinê û germkirinê bi kar tînin, ev jî dibe sedem ku kehrebê kêm bikin.
Parlamenterên Kurdistanê: Hikûmeta herêmê kehrebeyê difiroşe Îraqê
Lê li gorî gotina hin parlamenterên Başûrê Kurdistanê jî sedema kêmkirina kehrebeyê ne zêdebûna xwestina wê ji hêla welatiyan ve ye,
Lê jiber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 1300 megawat kehrebe difiroşe Îraqê, ev dibe sedema kêmkirinê.
Her wiha berî niha serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihandibû ku ew kar dikin ji bo firotina 2000 megawatên din ên kehrebeyê ji bo Îraqê.
Di sala 2024’an de, serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi dirûşma "Ber bi Kurdistaneke Ronaktir ve" projeya kehrebeya 24 saetî ragihand.
Armanca vê projeyê dabînkirina kehrebeya 24 saetî ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê û vemirandina hezar jeneratorên kehrebeyê bû, ku bûbûn sedema xirakirina jîngehê û bêzarkirina welatiyan.
Li Başûrê Kurdistanê bihayê kehrebeyê giran bûye
Lê belê heta niha proje bi ser neketiye; ji ber ku niha jeneratorên kehrebeyê di wan gavan de ku kehrebeya niştîmanî tune ye, dîsa ketine kar û kehrebeyê didin xelkê.
Di salên borî de li Başûrê Kurdistanê bihayê yekeya kehrebeyê tenê 18 dînar bû, lê digel cîbicîkirina projeya "Ronakî" bihayê herî kêm bi 72 dînarî hatiye diyarkirin.
Heke malek kehrebeyê zêdetir bi kar bîne, bihayê yekeyê dibe 350 dînar.
Ev di demekê de ye ku li Îraqê bihayê yekeya kehrebeyê tenê 10 dînar e.
Hikûmet: Heke pere di 50 rojî de neyên dan kehrebe bê qutkirin
Hevdemî vê yekê, Wezareta Kehrebeyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku divê welatî pereyên kehrebeyê di dema 50 rojî de bidin, wekî din bi şêweyekî otomatîk kehrebeya wan bê qutkirin.