Mezlûm Ebdî encamên civîna bi heyeta Amerîkayê re eşkere kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî encamên dawî yê civîna bi heyeta Amerîkayê re bi daxuyaniyekê eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî bi nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack û fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Bradd Cooper re, civiya.

 

Mijara pêşxistina peymana 10'ê adarê hat gotûbêjkirin

 

Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir, naveroka civînê ragihand û got: "Bi armanca piştgiriya yekbûna siyasî ya li Sûriyê, parastina yekparçeyiya axa welêt, afirandina jîngeheke ewle ji bo hemû pêkhateyan û her wiha misogerkirina berdewamiya hewlên têkoşîna li dijî DAIŞê li herêmê, Me hejmarek mijar gotûbêj kirin."

Di civînê de, mijara rêbazên pêşxistina peymana 10'ê Adarê ya di navbera Mezlûm Ebdî û serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şeri de û rêbazên rakirina cezayan ji ser Sûriyê jî hatin nîqaşkirin.

 

Barrack: Min gotûbêjên girîng bi Ebdî re kir

 

Li aliyê din, Thomas Barrack li ser platforma Xê behsa hevdîtinê kir û got: "Ji bo gotûbêjên girîng bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî re min bi hevaltiya Fermandarê CENTCOMê Admiral Cooper re serdana Bakurê Rojhilatê Sûriyê kir."

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24