Bi boneya roja zimanê Kurdî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi hevkariya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) semînerek da.
Semîner li hola Burc a Qamişloyê pêk hat.
Partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rêxistinên jin, rewşenbîr û mamoste amade bûn.
Di semînerê de li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê gelek niqaş hatin kirin.
"Dema ziman here em ê jî têk herin"
Endamê KNK’ê Dr. Memo Ebdî di semînerê de, zimanê Kurdî bi hebûna Kurdan ve girê da û wiha got:
Endama Desteya Rêveber a KNK’ê Ebîr Hesaf jî silav ji her dayikeke Kurd ku zimanê Kurdî vejand û zindî hişt re, şand.
Her wiha Dr. Deham Ebdulfetah jî qala xeteriyên pişaftina ziman kir û wiha anî ziman:
Divê em bawer bin ku zimanê me hebûna me ye, dema ku ziman here, em ê jî têk herin.
Dibe ku Rêveberiya Xweser kêmaniyên wê hebin, lê di warê ziman de pir xebat kir.
Beşdarên semînerê bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet li dayikên Kurd kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin.
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.