Duh li Taxa Eşrefiyê ya Helebê avahiyek 5 qatî hiweşiya.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Tîmên parastina sivîlan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Gelek kes jî di bin kavilan de heta niha asê mane.