Amerîka li ser destnîşankirina çend kesan ji bo serokatiya Îranê difikire

Berdevka Qesra Spî Caroline Leavitt, ragihand ku Washington li ser destnîşankirina "çend kesan" ji bo serokatiya Îranê difikire. Caroline Leavitt got ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê zêdetirî 50 rêberên Îranê kuştine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Qesra Spî Caroline Leavitt, duh konfranseke rojnamevanî li dar xist.

Di Konferansê de, Caroline Leavitt ragihand ku Washington li ser destnîşankirina "çend kesan" ji bo serokatiya Îranê difikire.

 

"Tenê Trump dikare diyar bike ka Îran kengî bê şert û merc teslîm dibe"

 

Berdevka Qesra Spî destnîşan kir ku tenê Donald Trump dikare diyar bike, ka Îran kengî bê şert û merc teslîm dibe.

Caroline Levitt got: "Dema ku Trump biryar bike ku Îran êdî ji bo Dewletên Yekbûyî gefê naxwe û armancên operasyona leşkerî bi tevahî hatine bidestxistin, wê demê Îran wê di rewşa teslîmbûna bê şert û merc de be."

 

Caroline Levitt: Amerîka û Îsraîlê zêdetirî 50 rêberên îranê kuştine

 

Caroline Levitt eşkere kir ku hejmara rêberên mayî ji bo temsîlkirina vê dozê ji Îranê pir kêm e, ji ber ku Dewletên Yekbûyî û Îsraîl zêdetirî 50 rêberên Îranê kuştine.

Rojnameya Îranê ya Navneteweyî, di 3'yê adarê de, ragihandibû ku Meclisa Pisporan, di bin zexta Pasdarên Şoreşê de, Mucteba Xameneyî wekî Rêberê Bilind ê nû yê rejîma Îranê hilbijartiye.

Piştî vê ekdarkirinê, serokê Amerîkayê Donald Trump anî ziman ku kurê Xameneyî ji bo wî nayê qebûlkirin.

Trump tekez kir ku ew kesekî dixwazin ku bikaribe aheng û aştiyê bîne Îranê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye