New York Times: Pêvajoya dan û standinê ya Îran û Amerîkayê rawestiya

Rojnameya New York Timesê ragihand ku piştî Tehranê bersiva helwestên Amerîkayê nedaye, pêvajoya dîplomatîk a Amerîka û Îranê, rawestiyaye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnameya New York Timesê, di saetên evarê de, ragihand ku piştî Tehranê bersiva helwestên Amerîkayê nedaye, pêvajoya dîplomatîk a Amerîka û Îranê, rawestiyaye.

Li gorî heman rojnameyê, berpirsekî Amerîkî yê ku ji rewşê agahdar e, eşkere kir ku serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance bo Pakistanê ji bo gera duyemîn a danûstandinan bi Îranê re hatiye rawestandin.

Biryar bû ku Vance roja Sêşemê ber bi paytexta Pakistanê ve biçûya.

Li gorî ku hatibû diyarkirin roja çarşemê ango roja dawiyê ya agirbestê, dê gera duyemîn a dan û standinan bihata lidarxistin.

Axios`ê jî destnîşan kir ku yek ji astengêyên sereke, ew e ku rêveberiya Îranê nakokiyên navxweyî jiyan dike.

Îro jî di saetên sibê de, berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, eşkere kir ku Îranê hîn jî, biriyareke dawî ya ji bo beşdarbûna dan û standinan nedaye.

Her wiha Beqayî dabû zanîn ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve girtina tankera petrolê û desteserkirina keştiyeke din a barhilgir, gumanê li ser cidîbûna Washingtonê di dan û standinan de çêdike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye