Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê axivîn.
"Divê rê li ber êrişan were girtin"
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser "redkirina binpêkirinan ku bajarên Îraq û Başûrê Kurdistanê kirine armanc" û gotin:
"Divê rê li ber wê yekê were girtin ku xaka Îraqê bibe cihê êrişkirina welatên cîran."
Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hemû hewldanên xurtkirina ewlehî û aramiya herêmê.
Herî dawî her du aliyan bal kişandin li ser girîngiya yekkirina helwest û gotara hêzên niştimanî ji bo parastina serweriya welat û ewlehiya niştimanî.
Nêçîrvan Barzanî û serokê dewleta Îmaratê bi telefonê axivîn
Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zeyd El-Nehyan pêwendiyeke telefonî wergirt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka pêwendiyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku aloziyên dawî yên li herêmê û "encamên metirsîdar ên şer" hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan "dilgiraniya xwe ya li hemberî berfirehbûna şer nîşan dan û tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk kirin."
Mesrûr Barzanî û şahê Behreynê li ser rewşa herêmê axivîn
Li aliyekî din jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa El-Xelîfe bi rêya telefonê axivî.
Di pêwendiyê de, bi taybetî behsa rewşa Şahnişîna Behreynê, Îraq û Başûrê Kurdistanê û bipêşketinên dawî yên şer û aloziyan hat kirin.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser vê pêwendiyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du aliyan "dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî zêdebûna êrîş, şer û aloziyan anîn ziman."
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de kir, da ku aştî û aramiya herêmê were parastin.