Gelê Kobanê: Em ji bo rêvebirina Kobanê Îbrahîm Muslim qebûl nakin

Gelê bajarê Kobanê li hember tayînkirina Îbrahîm Muslim ji bo rêvberiya Kobanê çalakiyeke protestokirinê lidarxistin. Di çalakiyê de hat gotin, kesên ku ji bo bajarê Kobanê werin tayînkirin divê ji pêkhatiyên Kobanê bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Peymanek di 29'ê çileya 2026'an de, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de hatibû îmzekirin.

 

Wekî beşek ji rêkeftina peymanê û entegrasyonê, Parêzgarê Helebê di 3'yê Adarê de Îbrahîm Muslim ku ji xelkê Cerablusa Sûrîyê ye û endamê tevgera nêzî dewletaTirkiyê ye wekî berpirsê herêma Kobanê tayîn kir.

 

Li hemberî vê biryara ku ji aliyê hikûmetê ve hat derxistin gelê bajarê Kobanê îro çalakiyeke protestokirinê lidarxist.

 

Gel di çalakiyê de tayînkirina Îbrahîm Muslim ji bo rêveberiya Kobanê şermezar kir.

 

"Divê Kobanê ji aliyê nîştecihên xwe ve were birêvebirin"

 

Di çalakiyê de li ser navê gelê bajarê Kobanê, Hevserokê Meclisa Bajarê Kobanê Gêlo Hisên axivî û got ku ew tayînkirina kesekî ji pêkhateyên derveyî Kobanê qebûl nakin.

 

Her wiha daxwaz kirin ku kesên ku ji bo bajarê Kobanê werin tayînkirin divê ji pêkhatiyên Kobanê bin.

 

Beriya çend rojan jî partiyên siyasî yên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê ev biryar red kiribûn û daxwaz kiribûn ku bajar ji hêla yek ji niştecihên wê ve were birêvebirin.

 

Li gorî peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûrî de çê bû, ev tayînkirin wekî beşek ji entegrasyonê ye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye