"5 lîstikvanên tîma Îranê ji tîmê veqetiyane"

Tîma neteweyî ya jinên Îranê di sibata 2026'an de ji bo beşdarbûna di Kûpaya Asyayî ya Jinan a AFC de çûn Awistralyayê. Her wiha 5 lîstikvanên tîma neteweyî ya Îranê ya jinan ji tîmê veqetiyane.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tîma Îranê ji bo pêşbirka Kûpaya Asyayî ku di 1'ê Adara 2026'an de dest pê kir çûbû Awistrilyayê.

 

Peyamnerê Navneteweyî yê Îranê Elî Rîda ragihand ku 5 lîstikvanên tîma neteweyî ya futbolê ya jinan ji tîmê veqetiyane.

 

Li gorî peyamnêrê Navneteweyî yê Îranê çend kêliyên piştî derketina jinan, berpirsên tîma neteweyî bi lez ji otêlê derketine.

 

Dîroka vegera tîmê bo Îranê hîn jî nayê zanîn. Polîsên Awistralyayê li cihê bûyerê amade bûn.Tê payîn ku navên her 5 lîstikvanan paşê werin eşkerekirin.

 

Trump: Awistralya xwedî li 5 lîstikvanên Îranê derket

 

Piştî derketina ji Kûpaya Asyayê Hikûmeta Awistralyayê vîzeyên mirovî da 5 endamên tîma neteweyî ya fûtbolê ya jinan a Îranê.

 

Serokê DYA'yê Donald Trump bang li rayedarên Awistralyayê kiribû ku mafê penaberiyê bidin lîstikvanên jin ên Îranê.

 

Her wiha hişyarî da ku neçarkirina wan ku vegerin welatê xwe dê "şaştiyeke mirovî ya giran" be.

 

Donald Trump di postekî li ser hesabê xwe yê Truth Social de got:

 

"Ez tenê bi Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese re li ser tîma neteweyî ya futbolê ya jinan a Îranê axivîm.

 

Ew pir bi ciddî lê dinêre."

 

Trump zêde kir û got:

 

"Awistralya xwedî li 5 lîstikvanên Îranê derket û yên mayî jî di riya vegerê de ne."

 

Trump wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di her rewşê de, Serokwezîr li ser vê rewşa hesas pir dixebite."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye